Saturday, March 1, 2014

Zelemele


Stranbêjekî Kurdî(Zazakî) ye.  Di 1ê Nîsana 1975an de li Mamekî ya parêzgeha Dersimê hatiye dinyayê. Di 1993an de çûye zaningeha Anadolu ya Eskişehirê. 1995an de wî û 5 hevalên xwe koma Diyar avakirin. Di 1997an de ji zaningehê destûryar girt. 1999an de çû Istenbolê(istanbul) û albuma xwe ya yekemîn bi navê “ŞÊLÊ” di cotmeha 1999an de derdixe. Albuma duyemîn bi navê “AMEYME”  piştî 2 salan di tîrmeha 2001an de derdixe. Di sala 2003an de ji bo hilbijartinan ji DEHAPê re muzîkekê amade kiriye. Di sala 2006an de albuma xwe ya sêyemîn bi navê “MUNZUR O” derdixîne. Di sala 2010an de albuma çaremîn bi navê “DÊSU RA DOY`M- DUVARLARİN ÖTESİNE” ku Kurdî-Tirkî ye derdixe. Ji sala 2002an û vir de li Almanyayê dijî.

Zelemele
Şêlê
1999
Zelemele
Ameyme
2002
Zelemele
Mûnzûr o
2006
Zelemele
Dêsu ra Doy`m
2010

No comments:

Post a Comment

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...