Saturday, March 1, 2014

Teq û Req


Di muzîka kurdî de nefeseke nû; Koma Teq û Req 

Muzîka kurdî ku di esasê xwe de beşeke ji beşa wêjeya devkî ye jî êdî di qonaxa îro de cerebeyên nû, şêwaz û cureyên nû diceribîne. Komeke nû ya ku şêwazeke nû ceribandiye jî koma blues û rocka kurdî Teq û Req e.

Endamên Komê Yunus Orak û Erdal Daghan der barê Koma Teq û Reqê û albuma xwe ya nû Keft û Leftê de ji rojnameya me re axivîn. Yunus Orak ji Cizîra Şirnexê ye, ji bo zanîngehê û xebatên ziman çûye Stenbolê û li wir di nav tevgera ziman de cih girtiye û her wiha li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî rêveberek û xebatkarekî dixebite. Ligel van xebatan bi hevalên xwe re bi awayekî kolektîf koma bi navê Teq û Req ava kirine ku tarza wan blues û rock e. Erdal Daghan jî ji Pirsûsa Rihayê ye. Bi qasî 10 salan bi muzîkê re mijûl e, di heman demê de li ser teknojiyên kompîturan dixebite. Berî Koma Teq û Req wî bi zimanê îngilizî li ser muzîkê xebatan kiriye, piştre jî bi fikra gelo çima ez bi zimanê xwe yê zikmakî muzîkê çênakim, derketiye rê û bi riya înternetê bi hevalên ku bi wan re kom ava kiriye ketiye têkiliyê. Hunermend Yunus Orak destnîşan kir ku mebesta wan ne ew e ku ew bi vê xebatê ango bi muzîkê debara xwe bikin û wiha axivî: “Me bi xebateke bi vî rengî xwest ku em rengekî dîtir li muzîka kurdî zêde bikin. Me bi vê xemxwiriyê dest bi muzîkê kir ku xebata me ya ku me berî 3, 4 salan dabû destpêkirin îro roj gihîşt ‘Keft û Left’ê derxînin.” Erdal Daghan anî ziman ku di pêvajoya lêgerînê de bi gelek muzkjenan re jî têkilîdanîne lê hevalên wan ên komê ji ber ku ew bi awayekî bazirganî nêzî xebata xwe nebûne veqetiyane û wiha axivî: “Di merhelaya dawî de ez û Yunus tenê man. Muzîka me jî em dikarin bêjin ku encama cerebeyên muzîka me ya heta îro roj me li ser xebitiye.” 

TEQ Û REQ Û KEFTÛLEFT 
Hunermendê kurd Orak bi lêv kir ku navê albuma wan jî xwedî serboriyeke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji navê albumê dest pê bikin. Dema ku me stranên xwe bi kesên ku bi rockê re bilî nabin da guhdarkirin gotin ev çi Teq û Req e ango wêkî xurpînî, kesên ku bi rockê re bilî dibin jî wekî ku bêjin kêm zêde digotin Teq û Req e ango îdare dike. Me nexwest em naveke qerase jî li xwe bikin me got ku bila naveke mutewazî be. Teq û Req gotineke orjînal a kurdî ye û her wiha dawiya dawî ez û Erdal man yek ji me bû Teq yê din jî bû Req.” Erdal jî der barê navê komê de û lêgerîna nav de ev tişt gotin: “Ji bo navê komê em dikarin vê jî bibêjin niha dema em li navê komên muzîkê dinêrin, navên wisa lê kirine ku ew dikarin gelek wateyan jê derînin lê tiştekî wisa ye jî em dema li wan dinêrin naveroka wan vala ye, me bi vê navê xwest em rexneyeke jî li wan bikin. Me ji nav wêdetir girîngî û giraniyê da naverokê me xwest em naverokê tije bikin.” 

HILBIJARTINA STRANAN 
Yunus destnîşan kir ku dema ku wan dest bi vî karî kirine gotine ku ew ê stranan şîrove bikin lê paşê biryara xwe ji ber ku ew ê ev xebat tiştekî din li muzîka kurdî zêde neke guhertine û vê yekê wiha vegot: “Me got ku em divê li ser bingeha afirandinê dest bi rêwîtiya xwe bikin. Ango me got ku heke stranên me, yên kevin bin jî divê ku me tiştekî lê zêde kiribe. Ji ber vê yekê me xwest çend helbestên wêjeyî ku li bejna rockê jî were em bineqînin. Me gelek lêkolînan kir û ez dikarim bêjim ku me bi dehan pirtûkên helbestan di ber çavan re derbas kir li ser wan xebitî. Di piraniya albumê de jî em bêjin qederê 8 stranan ên me bi xwe ne, yanî yan gotinên wan yên me ne yan besteyên wan yên me ne.” Yunus bal kişand ku ji bo wekî komeke marjînal neyên dîtin jî û ji bo bîranîna koka xwe straneke Kerem Gerdenzerî yanî ya Koma Wetan û straneke gelêrî di albumê de bi cih kirine.  

ŞÊWAZÊN BLUESÊ 
Erdal anî ziman ku album bi tevahî berhemeke kolektîf e ji aranje û qeydên wê bigire hemû amadekariyên wê bi tevahî xebata wî û ya Yunus e û wiha axivî: “ Em spasdarên hevalên xwe ne jî ku deriyên studyoyên xwe ji bo me vekirin. Der barê bluesê de jî gelek gotin hene ku bên gotin, li vir şêweyên cuda yên bluesê me bi kar anîn. Mesala me di strana Pela Dawî ya Salnameyê de tarza 12 bar’ê bi kar anî ku ev tarz ji aliyê xebatkarên pembû û delavê yên Missîsîppiyê tê gotin û di hundirê xwe de li hemberî ‘patronan’ serhildanek heye. Em jî ji vir derketin rê û me bi hewayeke li gorî xwe straneke bi 12 bar’î ya blues derxist holê. Mesela strana Çûko ku gelêrî ye û di govendan de tê gotin; me vê stranê jî bi formeke blues ji nû ve şîrove kir.” 
KEFT Û LEFT REXNEYEK E 
Yunus anî ziman ku ew navê albumê wekî helwest fikirîne, ji ber ku xwestine xebata wan bila helwestek be û balê bikişîne ser ku ev yek wekî quretiyekê jî bila qet neyê fêmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van salên dawî de di muzîka kurdî de nûjeniyeke ku em pê bêhneke bigirin tune bû. Ê wê demê kurd bi xwe hêmaneke wisa ne ku bi xwe mîsyoneke digirin ser xwe tu kes nikare gazincê ji kesek din bike. Em jî hêmanek in ku ji vê civakê pêk tên û em bi muzîkê re eleqedar dibin. Bi qasî ku ji destê me tê me got rexneya herî baş xwerexne ye û ev jî ev xebata ku em dikin.”Albumeke wan bi navê keftûleft(2012) heye.


           keftûleft (2012)








No comments:

Post a Comment

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...