Saturday, March 1, 2014

Mirady


Mirady Stranbêjekî rocka Kurdî ye. Mirady niha li Amedê dijî û mamoste ye.

Mirady di derbarê xwe û albûma xwe de wiha dibêje:
”Ev xeyala min e herî mezin bû. Ez li Amedê dijîm û Kurdim.Pêşketina mûzîka Kurdî di hemî şêweyan de pirr girîng e.Li gor min zimanê Kurdî û mûzîka rock pirr li hev tên.Ez ji biçûktiya xwe ve mûzika Kurdî gûhdarî dikim, mûzîka gelêrî, mûzîka klasîka Kurdî û dengbêjan.

Mûzika Kurdî bîrekê bê binî ye, pirr dewlemend e. Ez mûzîka cîhanê jî hez dikim bi taybetî avayên rock(rak), blues, cazz û hwd… guhdarî dikim. Mûzika modern di mûzîka Kurdî  de bi Ciwan Haco  pêşketîye.
Lê destpêk Koma Wetan  e. Ez Koma Wetanê gelek girîng dibînim. Li gor wê demê muzîkek pirr pêşketî  hatiye afirandin. Ez Koma Wetanê wekî mînak ji xwe re digrim. Albûma min ne sedî sed rock be jî nêzî rock e. Ez dixwazim rocka Kurdî pêşkeve. Di vê albûmê de hin kêmasî hene û ez bawerim albûma xwe ya pêş de hemû kêmasiyan ji holê rakim.”
                            
Xemname
(2005)

Marmasî
(2012)
            Tarûmar (2013)









No comments:

Post a Comment

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...