Saturday, March 1, 2014

Koma Wetan


Koma Wetan
yekemîn koma 'rock a kurdî' ye.


Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê heta sala 1975a diguhere.

Sazbendên Koma Wetan ên 1975an

  • Baterî– Rafaêlê Şamilê Dasinî
  • Klavye– Lêvon Grîgorî Şaxbazyan
  • Solo-gîtar, vokal – Omarê Sebriyê Recevî
  • Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – Keremê Taharê Gerdenzerî
Di sala 1977an de li Gurcistanê tevli mîhrîcaneke dibin û ew mîhrîcan ji aliyê Sovyetan ve bi awayekî zîndî li pir welatan tê pêşkêşkirin. Kom di vê mîhrîcanê dibe yekemîn kom di beşa "Muzîka Nûjen". Piştî wê mîhrîcanê êdî navê Koma Wetan jî li cîhanê û di nav kurdan de belav dibe.

Kom di sala1979an de albumeke ji 12 stranan pêk tê bi navê "Bayê Payîzê" 
amade dikin. Ev album li bajarê Tiblîsê bi alîkariya şîrketa "melodiya" ve li stûdyo ya wê çê çêkirin. Album di sala 1989an de li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkirin û belav kirin. Şîrket banga komê dike ku werin pereyên xwe bistînin lê Koma Wetan ji şîrketa muzîkê re dibêje pereyan bişînin hesabê bankeke Londonê ya ji bo alîkariya xelkê Helepçe vebûye.

Di sala 1991an de Koma Wetan belav dibe.


No comments:

Post a Comment

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...