Saturday, March 1, 2014

Jan Arslan

-Jan Arslan kî ye, muzîk û bi taybetî Kurdî jê re te çi maneyê?
Jan Arslan: Ez, li navçeya Qosera Mêrdînê hatime dinyê. Dibistana seretayî, a navîn û lîse min li Qoserê xwend. Paşê min li zanîngeha Dîcleyê beşa endezyariya avahiyê qedand. Heta zanîngehê ez guhdarekî muzîkê bûm; le gava ku min dest bi zanîngehê kir, min dest bi muzîkê jî kir. Pişti zanîngehê min dest bi awaza stranên xwe kir.
        Muzîk beşek ji jiyana min e. Xweîfadekirin e, kêfxweşî û coşiyeke herî mezin e. Lê Kurdî jiyana min bi xwe ye. Kurdî ez im. Ger ew tune be ez jî tune me. Hebûna min e.

-   Tu dikarî hebekî behsa albuma xwe ya Xewrevîn”ê bikî?
-   Piştî ku “Evînperwer” hate weşandin min û Ayhan Evcî me bi hev re haziriya albuma “Xewrevîn”ê kir. Ji nava stranên ku di destên me de bûn me yên ku ew ê têkevin albumê ecibandin û me dosyeya projeya albumê di wextekî fireh de qeyd kir. Me qeyd giş li bajarê Hambûrgê çêkir. Wek albuma ewilî aranjorî û produksiyona vê albumê jî Ayhan Evcî kir.    Di albumê de 10 stran hene. Gotinên 8 stranan min nivîsîn û me cih daye helbesta Kamiran Alî Bedirxan a bi nave “Kulîlken Ezêb” û helbesta Rênas Jiyan “Janya”. Ji bilî strana bi nave “Li vî Bajarî” awazên stranan giş min çêkirine.

-Îro tu dikarî muzîka ku tu niha çedikî deyne ku û çi navî le bikî?
-Bingeha muzîka min bi giranî Pop-Rock e. Di albuma yekem jî wisa bû. Lê di albuma “Xewrevîn”e de hebekî din nezîkî Rockê ye. “Xewrevîn” albumeke akustîk e û newayên Rocke zedetir in.

-Jan, albumên tu difikirî û tu amade dikî û hûn derdixin tu herî pirr di çi de dieşî, an tiştê ku tu jê aciz dibî heye?
-Ji ber ku pirsgirêk pirr in tiştên ku mirovî aciz dikin û diêşînin pirr in. Pirsgirêka herî mezin aborî ye. Gava ku mirov ji aliye aboriyê ve qels be û piştgirî jî tune be ew ê huner çawa bidome û pêş ve here?
       Di albumên bi Kurdî de divê hûn stranan bi tevabî wergerînin û bişînin wezareta çandê ya Tirkiyê. Ev bi tenê ji bo muzîka bi Kurdî ye. Di zimanên din (Îngilîzî, Spanyolî û hwd.) de tiştek wisa tune ye.
      Belavkirina berheman zêde çenabe. Gava ku berhem derdikeve bi tenê li 9-10 cihan tê firotin. Guhdar nikarin berheman peyda bikin. Ev jî scdemeke neyînî ye ji bo fırotinê. Ku album neyê firotin mirov dê çawa karibe xebatên xwe berdewam bike. Sedem ev e ku stranbêjên Kurd nikarin zêde xebatên xwe berdewam bikin û albuman derxin. Ne bi tene di muzîkê de, di beşên din (pirtûk, kovar, şano, sînema) jî ev pirsgirêk hene.
     Saziyen li Tirkiyê ku ji bo parastina huner û hunermendan hatine avakirin malên huner û hunermendên Kurd dixwin. Dewlet çi be, saziyen wê jî ew e.
    Wek ku min got; pirsgirêk pirr in; lê dîsa jî mirov dixwaze bi keda xwe tiştinan bike. Lê heta cihekî...

-Muzîka Kurdî a modern li gorî te a niha li kû ye û ber bi kû ve dihere?
-Di muzîka modern a Kurdî de kêm be jî berhem hene, lê pirr hindik in. Di demên dawî de hêdî hedî tarz û nifşên nû dikeve nava muzîka Kurdî. Her biçe dê zêdetir jî bibin.
    Ez ewilî muzîka di dile xwe de çêdikim. Hûn nikarin huner û hunermênd bi sînor bikin. Pêşketina huner û hunermênd giredayî azadiyê ye. Çiqasî azadî ewqasî huner...

-Di albumên “Evînperver” û uXewrevîn”ê de helbestvanên Kurd bala mirovî dikişîne, navbera te û wêjeya Kurdî û bi taybetî a helbestan çawaye? Wekîdin projeyen ku tu dixwazî bikî heye? Ger hebe çi ye?
-Ez helbesta Kurdî û helbestvanên Kurd ji nêz ve dişopînim. Têkiliyeke xurt di navbe­ra min û helbesta Kurdî de heye. Helbesten ku ez ji wan hez dikim dixwazim wan bikim stran û pêşkeşî guhdarên xwe bikim û bi wan re parve bikim.
    Di albuma yekemîn de min helbesteke Cegerxwîn û ya Bro Omerî xwendibû. Di vê albumê de jî, ji Kamiran Alî Bcdirxan “Kulîlken Ezêb" û ji Rênas Jiyan jî helbesta “Janya'' heye.
    Ger bibe ez dixwazim berhemeke ji helbestên helbestvanên jin ên Kurd amade bikim. Ya duyem jî ez dixwazim xebateke ji helbestên helbestvanên me yên nûjen amade bikim. Niha ev herdu projeyên min hene. Hevîdar im di demeke nêz de ez ê dest bi xebatê bikim.

-
Jan, çima te xwest tu “Evîrperver”, “Keçaperî" an jî “Janya "yê bistre?
-Wek ku min got. tekiliya min bi helbest û helbestvanên Kurd re zêde heye. Her helbest çîrokek e, jiyanek e. Carinan hin hel­best mirovî dixe bin bandora xwe û mirov di wan helbestan de xwe dibîne, jiyana xwe û êşên xwe dibîne. Ev helbestên ku ez dikim stran jî wisa ne. Di van helbestan de ez, xwe, jiyana xwe û êşên xwe dibênim.
    Sedema yekem ev e. Sedema duyem jî ez dixwazim van helbestên hêja bi guhdarên xwe re parve bikim.

- Çima em di konser û çalakiyên li ser muzîkê de an di qenalên ku weşanên wan bi Kurdî ne de te pirr hindik dibînin, li gorî te sedama vî tiştî çi ye?
-Nizanim sedem çi ye. Qey muzîka min naecibînin :)

-Jan, Qoser ji te re û ji muzîka te re çi ifade dike û têra te dike? Te dixwest te li kijan bajarî muzîka xwe
çêbikira?
Qoser ji min re gellek tiştan îfadr dike. Drstpêka jiyana min e. Heval û dosten min bi pirranî ji vir in. Ez li vir jiyame û malbata min jî ji vir e. Min stranên xwe li vir çêkirin û destpêka çîroka berhemên min jî Qoser e.
    Çêkirina muzîkê ne girêdayî bajaran e. Muzîk ew tiştek e ku di hundirê we de ye. Hûn li kî derê bin dikarin çêbikin. Le ji bo peşveçûna muzîkê û cerben nifşan di vê hûn li bajarekî mezin, di nava muzîkjenan de bin. Kêmasiya li Qosere bi tene ev e.

-Jan, tu ji kîjan stranbêjî, nivîskarî, fîlozofî, fîlmî, bajarî, û xwarinê hez dikî?
-Stranbêj: Stranbêjên min pirr in; ji ber ku ez muzîka cîhane dişopînim Nivîskar: Mehmed UzunFilozof: Xwediye pirtûka "Filozofiya Muzîka Nû" Theodor W. Adorno, J.P. Sartre. E.M. Cioran...lm: “Mar Adentro”ya Alejandro Amenábar
Bajar: Mêrdîn (Heta Qoser hibe bajar)
Xwarin: Ez jî wek her Kurdî ji goştî hez dikim; Iê ger ez xwarineke taybet bêjim. ew jî "hemîs "a Qoserê ye.
Hevpeyvin: Jan Ziryan (Ji kovara Çîrûskê)

Evînperwer (2010)

Xewrevîn(2013)

No comments:

Post a Comment

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...